Hegseth: Wê dorpêça li ser lêmanên Îranê dewam bike

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth, roja pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê dorpêça li ser lêmanên Îranê ya ku ji roja duşemê ve di meriyetê de ye, bidomînin.

Hegseth: Wê dorpêça li ser lêmanên Îranê dewam bike
16 nîsan, 2026   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Pete Hegseth, di civîneke çapemeniyê de ku li Pentagonê hat lidarxistin, angaşt kir û got, "heta kengî pêwîst bike em ê vê dorpêçê bidomînin, ev dorpêç bi kêr tê."

Di heman civîna çapemeniyê de Serokê Erkanê Giştî yê Artêşa DYA'yê Dan Caine jî got, ev dorpêç, neteweya wan çi dibe bila bibe, ji bo hemû keştiyên ku diçin lêmanên Îranê yan jî ji wan lêmanan tên, derbasdar e. Ev operasyona DYA'yê, dorpêçeke li ser lêmanên Îranê ye, ne dorpêçeke li ser Tengava Hurmuzê ye.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Parastinê diyar kir ku motîvasyona Îranê ya ji bo domandina agirbestê zêde ye.

Wezîr anî ziman ku DYA dê beşdarbûna welatên din a ji bo alîkariya di mijara Tengava Hurmuzê de bi kêfxweşî pêşwazî bike.

Hegseth di civînê de destnîşan kir ku Çînê garantî daye DYA'yê ku di dema agirbesta şerê Rojhilata Navîn de, wê çekan ji Îranê re neşîne.