Heftename: Sûriye li ber teqîneke nû ye, Îran ji avakirina hevpeymaneke navneteweyî ditirse

Çavdêran diyar kir ku zêdebûna tundrewiyê li Sûriyeyê, digel xirabûna ewlehiyê, nîşaneyên xeternak ên qonaxek nû ya tevliheviyê nîşan dide. Çavdêran destnîşan kir ku şerê Îsraîl-DYA’yê yê li dijî Îranê êdî ne tenê şerekî leşkerî yê rasterast e, lê veguheriye pevçûneke piralî û Îran ditirse ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevpeymaneke navneteweyî ji bo ewlekirina Tengava Hurmuzê ava bike.

Heftename: Sûriye li ber teqîneke nû ye, Îran ji avakirina hevpeymaneke navneteweyî ditirse
22 adar, 2026   04:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de rewşa paşketî ya Sûriyeyê, şerê Îran û bandorên wê li ser herêma Kendavê.

'QADA TUNDREWIYÊ BERFIREH DIBE: SÛRIYEYÊ LI BER 'TEQÎNEK NÛ' YE'

Rojnameya El Exbar a Lubnanê hişyarî da ku Sûriyeyê ji ber rewşa ewlehiyê ya xerab û berfirehbûna çarçoveya sûcan li ber "teqînek nû" ye.

Li gorî rojnameyê, daneyên meydanî nîşan didin ku kuştinên ji ber sedemên mezhebî berdewam dikin û rewşa ewlehiyê lawaz e. Li aliyekî din  komên tundrew zêde bûne û bi sedan endamên DAIŞ`ê  reviyane û  hin ji wan di nav komên çekdar ên cûrbecûr de tine bicîhkirin.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser zêdebûna çalakiyên DAIŞ`ê di meha Adarê de û bi bîr xist ku li çend parêzgehan êriş pêk anîne û di encamê de mirin û birîndarî di nav hêzên girêdayî hikumeta demkî de çêbûn.

 ‘ÎRAN DITIRSE TRUMP HEVPEYMANIYEKE NAVNETEWEYÎ JI BO EWLEKIRINA TENGAVA HURMUZÊ AVA BIKE’

Rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Roja Yekşemê Îranê bang li neteweyên cîhanê kir ku ji 'her karekî' ku dikare bibe sedema berfirehbûna şer, dûr bikevin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî hewldanên ji bo bidestxistina piştgiriya navneteweyî ji bo ewlekirina Tengava Hurmuzê ya stratejîk dewam dike. "

Hate gotin, Îran ditirse ku rêveberiya DYA`yê bikare welatan razî bike ku beşdarî operasyonekê bibin ji bo ewlekirina tengavê ku ji pêncan yekê hilberîna petrolê ya cîhanê ji wir derbas dibe û niha ji ber gefên Îranê hema hema bi tevahî girtî ye.

ŞERÊ ÎRAN HERÊMA KENDAVÊ JINÛVE DEZAYNE DIKE

Rojnameya El Xelîc şerê Îsraîl-DYA û Îran wek “kêliyeke girîng di dîroka herêmê de ku dikare şeklê siyasî, ewlehî û aborî yê Kendavê ji nû ve xêz bike” nirxand.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevî ku welatên Kendavê xwedî pergalên parastinê yên pêşkeftî ne jî, lê êrişên ku li dijî wan têgeha "ewlehiya neqediyayî" aşkera dikin. Di heman demê de pirsên nû li ser asta girêdana bi parastina amerîkî re derxistin holê.

Rojnameyê bal kişand ser girtina Tengava Hurmuzê û bandorên wê li ser enerjiyê û wiha nivîsand: "Girtina Tengava Hurmuzê û astengiyên paşê yên dabînkirina enerjiyê mezinahiya xetereyên li aboriya herêmî û cîhanî nîşan dan. Ev yek dewletên Kendavê teşwîq dike ku stratejiyên xwe yên enerjî û parastinê ji nû ve binirxînin û dibe ku ber bi vebijêrkên serbixwetir ve.”

Rojnameyê diyar kir ku berdewama şer dibe ku rê li pêşbirkeke çekan a herêmî veke û bandoreke neyînî li ser veberhênanên cîhanî bike.