HAT`ê 4 kesên destê wan di tevliheviya Dêrazorê de hebûn girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku HAT`ê di operasyoneke taybet de 4 kesên girêdayî rejîma Sûriyeyê ne û destê wan di tevliheviya li Dêrazorê de hene, destgîr kirin.

HAT`ê 4 kesên destê wan di tevliheviya Dêrazorê de hebûn girtin
26 mijdar 2023   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî operasyonê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hêzê ev agahî parve kirin: “Hêzên me yên taybet (HAT) di 26`ê Mijdarê de di saetên sibê de 4 kesên girêdayî rêjîma Sûriyê ku li Dêrezorê tev li çalakiyên xirabkirinê bibûn, girtin.
Di encama xebatên domdar ên hêzên me de û piştî xebatên şopandina tevgerên komên xirabkar ên ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatine fînansekirin ku armanca wan belavkirina fitne û xirabkirina ewlehî û aramiyê li herêmên me bû, hêzên me cihê 4 kesan tespît dikin û di operasyoneke serkeftî û kontrolkirî de wan girtin û çekên di destê wan de jî desteser kirin, ew jî ev in:
-Çeka Kilaşînkov 1
– Çeka nêçîrê 3
-Narincok
-Telefonên mobîl 3
-Çeka spî
-Cercûrên bi cebilxane 6
-Belge
Hêzên me piştî temamkirina lêpirsînên destpêkê der heqê wan de dê wan radestî dadgeriyê bikin.”