PYD: Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn rêya xilasiyê ye
PYD'ê salvegera 45'emîn a damezirandina PKK'ê li gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz kir û destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn rêya xilasiya ji tevliheviyê ye.
![PYD: Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn rêya xilasiyê ye](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_65639463b8547.jpg)
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê salvegera 45'emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir.
PYD'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku damezirandina PKK'ê wek pêkanîna armanceke stratejîk a li dijî siyaseta qirkirina çandî û siyasetên dijmintiyê yên desthilata dewleta Tirk a dagirker e.
Di daxuyaniyê de PYD`ê got: "Ji dema damezirandina PKK'ê heta niha bi deh hezaran şehîd di rêya azadiyê û çareseriya demokratîk a doza Kurd de ku Rojhilateke Navîn a demokratîk û ewle armanc dike, dan.”
PYD'ê destnîşan kir ku fikrê damezirînerê PKK'ê Rêber Abdullah Ocalan bûye rêya xelasiya Rojhilata Navîn ji tevliheviyê bi rêya konfedraliya demokratîk. PYD`ê diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye nimûneya projeya neteweya demokratîk ku ji bo çareseriya kirîza Sûriyeyê hevkêşeya xilasiyê ye.
PYD`ê her wiha di daxuyaniyê de îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd ji tunebûnê xilas kir û kir pêşenga demokrasiyê li Rojhilata Navîn û jêdera qehramntiyê û nimûneya fedakariyê.
PYD'ê baweriya xwe bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a ku wî pêşkêş kiriye dubare kir û bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan û yên jinan û jîngehê kir ku tawana terorê ji ser PKK'ê rakin nexasim ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan êdî li gelek zanîngeh û akademiyan tê fêrkirin.
PYD'ê di dawiya daxuyaniyê de bang li gel, hêz, partî û kesayetên demokratîk kir ku tev li pêngavên banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin.
(mh/şx)