Hamas: bêçekkirin ne pêkan e û ji derveyî nîqaşê ye

Perpirsekî Tevgera Hamasê diyar kir ku daxwaza bêçekkirina tevgerê, ku di plana aştiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump de cih digire, "ne pêkan e", û got ku mijara çekan "ji derveyî nîqaşê ye".

Hamas: bêçekkirin ne pêkan e û ji derveyî nîqaşê ye
11 cotmeh, 2025   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Tevgera Hamasê ragihand ku daxwaza bêçekbûna tevgerê, ku di plana aştiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Xezayê de cih digire, "ne pêkan e".

Berpirsê Hamasê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji AFP`ê re got ku "pirsgirêka bêçekkirinê ne pêkan e û ji derveyî nîqaşê ye. "

(k)