Gerîla li qereqoleke dagirkeran da: 2 dagirker hatin cezakirin

Li qada Gundê Derê yê navçeya Ebexê ya Wanê ya bakurê kurdistanê, gerîlayên azadiyê li qereqoleke artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin.

Gerîla li qereqoleke dagirkeran da: 2 dagirker hatin cezakirin
22 mijdar, 2023   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kirin:

"Li herêma Serhedê;

4'ê Mijdarê saet di 19:00 de li qada Gundê Derê yê navçeya Ebexê li hemberî qereqoleke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi sekvaniyê li dagirkeran xist û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist û 2 çeper hatin îmhakirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

21'ê Mijdarê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

22'ê Mijdarê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Kendakola, Goşînê, Girê Berbizina, Girê Rostê, Girê Şehîd Hawar 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."