Hizbullah a Iraqê kuştina 5 endamên xwe ragihand

Tabûrên Hizbullah a Iraqê ragihand ku di êrişên hêzên Amerîkayê yên li dijî 2 navendên wan ên li Iraqê de 5 endamên wê hatine kuştin.

Hizbullah a Iraqê kuştina 5 endamên xwe ragihand
22 mijdar, 2023   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku hêzên wê vê sibê êriş biriye ser 2 navendên li Iraqê û wiha dabû zanîn: “Darbe, bersiva êrişên Îranê û komên alîgirên wê ye ku li dijî hêzên Amerîkayê û yên Koalîsyonê kiribûn.”

Tabûrên Hizbullah a Iraqê jî daxuyaniyek da û ragihand ku di êrişên Amerîkayê yên li dijî herêma Cerf El Sexir a başûrê Iraqê de 5 endamên wan hatine kuştin.