Piştî agirbestê Îran û Amerîka dest bi gerên herêmî dikin

Piştî ragihandina agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de, wezîrên karên derve yên Îran û Amerîkayê li herêmê dest geran dikin.

Piştî agirbestê Îran û Amerîka dest bi gerên herêmî dikin
22 mijdar, 2023   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûrnews a Îranê ragihand ku piştî ragihandina agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de, wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan sibê li herêmê dest bi gerekê dike.

Ajansê wiha domand: “Hemwextî gerê, hewldanên dîplomatîk ên Îranê ji bo rawestandina êrişên rejîma siyonîst ên li dijî Xezayê û bidawîkirina dorpêçê û şandina alîkariyên mirovî ji xelkê Xezayê yê mexdûr re, berdewam in.”

Ebdullahiyan îro diçe Lubnanê.

Li gorî malpera Axios a amerîkî jî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken plan dike hefteya bê serdana Îsraîlê bike, ji bo ku rewşa li Xezayê bi rayedarên îsraîlî û filistînî re nîqaş bike.

Çaverê ye ku serdan beriya lûtkeya wezîrên karên derve yên NATO`yê be. Lûtke 28`ê Mijdarê ye.

(şx)