Gerîla lê da: 2 dagirker hatin cezakirin

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Metînayê weşand. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Gerîla lê da: 2 dagirker hatin cezakirin
10 ÇILE, 2024   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya ku li Metînayê hatî lidarxistin, ev agahî dabûn:

“21`ê Îlonê di saet 06.30’an de destpêkê bi taktîka sabotajê piştre bi çekên nîv otomatîk, li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ber bi pêş ve biçin hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.”