Windahiyên êrişa DAIŞ`ê li dijî hikumeta Şamê zêde bûn

Windahiyên hikumeta Şamê di encama 2 êrişên dawîn ên DAIŞ`ê de li beyara Sûriyeyê zêde bûn.

Windahiyên êrişa DAIŞ`ê li dijî hikumeta Şamê zêde bûn
10 ÇILE, 2024   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di encama 2 êrişên çeteyên DAIŞ`ê de 19 endamên hikumeta Şamê hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Li gor detayan di êrişa li beyara Asreya ya rojavayê Reqayê de, 5 endam û alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin. Di nav wan de efserek û herî kêm endamek Difa Watanî heye. Piştî êrişê, şer derket dûre çeteyên DAIŞ`ê ber bi beyarê ve vekişîn.

Di êrişa DAIŞ`ê li dijî otobuseke hêzên hikumeta Şamê de li herêma Mehta El Salîse ya beyara Tedmurê (Palmîra) ya rojhilatê Himsê 14 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya Tedmurê têne dermankirin. Hemwextî êrişê, hêzên hikumetê ketin seferberiyê.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku di êrişa li dijî otobusê de 8 endamên wê û welatiyek hatine kuştin û 13 din jî birîndar bûne. Di nav wan de 2 welatî hene.

Ji destpêka salê ve, li beyara Sûriyeyê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êrişên DAIŞ`ê zêde bûne.