78 roj e aqubeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 78 roj e agahî nayê girtin.

78 roj e aqubeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn
10 ÇILE, 2024   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 78 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Parêzer Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re diyar kiribû ku asayîşa Dihokê rê nade wan muwekîlê xwe bibînin. Parêzer destnîşan kiribû ku dosyaya Silêman li cem dezgeha îstîxbaratê ya PDK’ê ye.

Parêzerê Silêman Ehmed gotibû ku tawanên li dijî muwekîlê wan ne rast in û got: "Silêman Ehmed fermî derbasî Rojava bû û bi awayekî fermî ji wir vegeriya. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên niştecihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û heta roja hatî revandin tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune bûn."

Narîman Ehmed Reşîd diyar kiribû ku wan gelek caran serî li asayîşa Dihokê dane, lê asasyîş rê nade wan muwekîlê xwe bibîne.