Fransayê ji welatiyên xwe xwest ku ji Malî derkevin

Ji ber aloziyên ewlehiyê û dorpêçkirina Bamako ji aliyê komên cîhadîst ve, Fransayê ji welatiyên xwe xwest ku di nêzîktirîn dem de ji Malî derkevin.

Fransayê ji welatiyên xwe xwest ku ji Malî derkevin
7 mijdar, 2025   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber aloziyên ewlehî û dorpêçkirina paytexta Malî Bamako û hin deverên din ji aliyê komên cîhadîst ve, Fransayê bang li welatiyên xwe yên li Malî kir ku di nêzîktirîn dem de bi awayekî demkî ji Malî derkevin.

Fransayê diyar kir ku geştên bazirganiyên hîn hene lê hişyarî ji rêyên bejayî da.

(mh)