Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin

Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê rûniştinên ji bo şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji 86 rûpelan pêk tê, li dar xist.

Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin
Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin
Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin
Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin
Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin
Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin
Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin
Rûniştinên şîrovekirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kirin
8 mijdar, 2025   04:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Di 27'ê Sibata borî de Rêber Abdullah Ocalan piştî banga xwe ya dîrokî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a li ser bidawîkirina şerê çekdarî û destpêkirina qonaxa siyasî ya demokratîk derxist. Di manîfestoyê de nêrîneke giştî li ser çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li gorî edalet, wekhevî û jiyana hevbeş hatiye pêşkêşkirin.

Girêdayî wê, Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê rêze rûniştinên ji bo şîrovekirina manîfestoyê ku ji 86 rûpelan pêk tê, li dar xist. Armanc van rûniştinan xurtkirina zanabûna endamên komînan û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.

Li bajarê Çilaxa 34 endamên saziyên sivîl tevlî rûniştinên xwendina manîfestoyê bûn û manîfesto ku ji 7 beşdan pêk tê, di 4 rojan de hat xwendin û nîqaşkirin.

Beşdarên rûniştinê 6 rastiyên sereke ên ku Rêber Abdullah Ocalan ew wekî bingeha nêrîna nû ya guhartina civakî û avakirina aştiya mayînde pênase kiriye, xwendin û gotûbêj kirin.

GOTÛBÊJÊN BEŞDARAN

Beşdaran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di manîfestoyê de bingehên fikrî ji bo xelasiya ji hegemoniya dewleta neteweyî û avakirina civaka demokratîk li ser bingeha komînan û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan, danîn.

Hesen Faris ku di rûniştinan de beşdar bû got ku xwendina manîfestoyê gelek rastî aşkere kirin û got: "Biryara Rêber Abdullah Ocalan a fesihkirina partiyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî qonaxeke fikrî ya nû ya têkoşînê bi armanca îtîrafkirina qanûnî bi maf, çand û dîroka gelê Kurd nîşan dide."

Faris wiha domand: "Me nas kir ku domandina têkoşîna çekdarî îtîrafkirina qanûnî encam nade û Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn gihand asteke fikrî û siyasî ya pêşketî."

Etiye Hecî jî got: "Her nirxandin û perspektîfek ji Rêber Abdullah Ocalan derkeve, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dibe rêbazeke rêxistinî. Ji ber wê ez tevlî rûniştinên xwendina manîfestoyê bûm ji bo cewhera qonaxa nû nas bikim."

Etiye Hecî got ku kî rastiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas nake nikare gavên wî nas bike nexasim ku manîfesto rola jinan di qonaxa demokratîk de xurt dike.

BER BI CIVAKA DEMOKRATÎK Û BIRATIYA GELAN VE

Di dawiya rûniştinê de teqezî bi wê yekê hat dayîn ku Rêber Abdullah Ocalan dixwaze rêbazeke fikrî ya nû ji bo jiyana hevbeş û biratiya gelan û rizgariya neteweperestî û dewleta navendî pêş bixe.

(mh)

ANHA