Fransayê dozeke li dijî rayedarên desthilata Şamê pejirand

Serdozgeriya Komarê ya Parîsê  doza ku ji aliyê Kombenda Fransî-Ewlewî ve li dijî sê rayedarên Sûriyeyê bi tewana komkujî û qirkirinê, pejirand.

Fransayê dozeke li dijî rayedarên desthilata Şamê pejirand
11 nîsan, 2025   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêrêzerekî Fransî dozeke ku ji aliyê Kombenda Fransî-Elewî ve hatiye verin, radestî Serdozgeriya Komarê ya Parîsê  li Fransayê kir, dozgeriyê jî doz pejirand.

Doz li dijî çend wezîrên desthilata Sûriyê hatiyee vekirin, ji wan Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra, Wezîrê Karên Hundirîn Enes Xetab û serkirdeyê leşkerî yê  bi navê Mihemed El Casim (Ebû Emşa).

Di dozê de ev kesaên naborî bi tewana pêkanîna komkujî û qirkirinê hatine tewanbarkirin.