Festîvala Şehîd Yekta Herkol bi dayîna xelatan bi dawî bû

Heftemîn Festîvala Şehîd Yekta Herkol îro bi xelatkirina komên şanoyê yên beşdar bi dawî bû.

11 nîsan, 2025   21:38
QAMIŞLO

Festîvala Şehîd Yekta Xerkol a îsal li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Di festîvala ku di 27ê Adarê de dest pê kiribû û ji ber Cejna Remezanê û Akîto bo 5ê Nîsanê hatibû paşxistin, ji Sûriye û Kurdistanê 11 komên şanoyê beşdar bûn. Yekemîn pêşandana şanoyê di 5'ê Nîsanê de li ser dika Navenda Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin.

Komîteya Amadekar a Festîvalê îro di roja dawî de, saziyên ku piştgirî dane festîvalê, saziyên ewlekarî, xizmetguzarî û tenduristiyê, her wiha şirketa Naflê jî ji ber ku ji roja destpêkê ve çalakiyên festîvalê dişopîne, xelat kir.

Komîteyê her wiha malbata şehîdê şanoya Kurdî Cûma Xelîl bi nasnav “Bafê Teyar” ku di 18’ê çileyê de di encama êrişa balafirên desweta Tirk a dagirker  de şehîd bibû, xelat kir.

Ji ber asta hemû komên şanoyê nêzî hev bû, komîteyê biryar da ku her 11 komên şanoyê yên beşdarî festîvalê bûne xelat bike. Komên ku ji başûr û rojhilatê Kurdistanê ji ber ku piştî pêşkêşkirina şanoyên xwe vegeriyan welatên xwe, nekarîn xelatên xwe werbigirin. Komîteya Akadekar a festîvalê dê xelatên xwe radestî wan bike.

Her wiha hunermend û endezyarê ronahiyê Nûrî Mihemed, derhêner û hunermend Welîd El Omer û şanoger Hemalîn Ferman jî hatin xelatkirin.

(k)