Ciwanek ji ber guhdarîkirina stranên kurdî hat revandin

Ciwanê ji xelkê bajarê Til Eranê yê li başûrê Helebê ku di vê dawiyê de ji Başûrê Kurdistanê vegeriyabû bajarê xwe, ji ber guhdarîkirina stranên kurdî hat revandin.

Ciwanek ji ber guhdarîkirina stranên kurdî hat revandin
3 cotmeh, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê daxuyand ku duh hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ciwanê bi navê Ebûd Ehmed Cuma Eto (30) bi hinceta guhdarîkirina li stranên kurdî, ji kargeha xalê xwe ya kirîn û firotina erebeyan a li gund revand. 

Rêxistinê diyar kir ku ciwan birine girtîgeha El Wahe-Sifêra ya li başûrê Helebê.

Cuma Eto di dema destpêkirina krîza Sûriyeyê de ji Sûriyeyê derketibû û vê dawiyê bi mebesta serdana malbat û xizmên xwe, ji Başûrê Kurdistanê vegeriya gundê xwe. Lê piştî destûra wî bi dawî dibe, ew ê vegeriya Başûr.

(fr)