Erdogan û Sîsî îro dicivin

Serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî û serokkomarê dewleta Tirk a dagirker piştî 11 salan îro dicivin.

Erdogan û Sîsî îro dicivin
14 sibat, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 11 salan, serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî li Qahîreyê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re dicive.

Serokatiya Tirk roja yekşemê diyar kiribû ku dê Erdogan li Qahîreyê "Gavên başkirina têkiliyên her du aliyan, çalakkirina mekanîzmaya tevkariyê, dozên herêmî û navneteweyî" nîqaş bike.

Ev serdana yekemîn a her du serokkomaran a piştî 11 salan e. Herî dawî di Sibata 2013’an de serokkomarê dewleta Tirk ê berê Abdullah Gul serdana Misirê kiribû.

(bb)