Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû

Tayînkirina nûnerên Hesekê, Qamişlo û Koobanê ku bi rêya desteyên hilbijartinê hatin kirin, bi dawî bûn û 11 kes hatin tayînkirin.

Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû
Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû
Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû
Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû
Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû
Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû
Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû
Li Hesekê, Kobanê û Qamişloyê tayînkirina endamên Meclisa Gel bi dawî bû
24 gulan, 2026   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tayînkirina nûnerên Hesekê, Qamişlo û Koobanê ku bi rêya desteyên hilbijartinê hatin diyarkirin, bi dawî bûn. Di dema tayînkirinê de tedbîrên ewlehiyê yên asê hatin girtin.

Di encamên de, li Qamişloyê Ridwan Sîdo, Ebdulhelîm Elî, Kîm Îbrahîm û Mehmûd Madî hatin tayînkirin. Li Hesekê jî Îbrahîm El Hebeş, Umer El Hayîs û Fesla Yûsif hatin tayînkirin. Li bajarê Kobanê jî Ferhad Enwer Şahîn hat tayînkirin û Şewax Îbrahîm Esaf wekî nûnerê navçeya Şexlerê hat diyarkirin.

Meclisa Gel  ji 210 endaman  pêk tê, ji wan 70 endam ji aliyê serokê hikumeta demkî ve tên tayînkirin.

Hejmara desteyên hilbijartinê jî sînordar bûn, li Qamişlo 200 endam, li Hesekê 198 û li Kobanê 100 endam bûn. Li Hesekê ji 13 namzetan 3 kursî hatin diyarkirin, li Qamişloyê ji 7 kesan 4 kursî hatin diyarkirin, li Dêrikê jî 2 nûner hatin hilbijartin, nûnerê Serêkaniyê berê hatiye diyarkirin û li Kobanê ji 11 namzetan 2 kes tenê hatin tayînkirin.

(bb)

ANHA

Kobanê: