Malbatên Şehîdan: Ji bo parastina zimanê dayikê bi hezaran şehîd hatin dayîn

Malbatên şehîdan ên ji Tirbespiyê diyar kir ku divê keda bi hezaran şehîdan neyê jibîrkirin, wan pakrewanan xwe feda kir da ku ew bikarin bi zimanê dayikê bixwînin û bijîn.

Malbatên Şehîdan: Ji bo parastina zimanê dayikê bi hezaran şehîd hatin dayîn
21 cotmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO

Nerazîbûnên têkildarî kêmkirina zimanê kurdî di qada perwerdeyê de, didomin. Malbatên şehîdan ên ji bajarê Tirbespiyê destnîşan kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayikê fermî bibe, bi hezaran şehîdan xwe ji bo parastina çand û zimanê me feda kiriye.

Hisên Xalid diyar kir ku her civakek bi zimanê xwe tê naskirin û got: “Ji mafê me ye ku em bi zimanê dayikê bixwînin û di destûrê de were fermîkirin."

Xalid destnîşan kir ku di salên dawîn de li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşxistina xwendina bi zimanê dayikê gelek dibistin, peymangeh û akademî hatin avakirin, lêji hêla hikumeta veguhêz ve astengî li ber xwendina zimanê kurdî têne çêkirin û got: “Em wek malbatên şehîdan dibêjin divê keda keç û xortên me neyê jibîrkirin û xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Esmer Îbrahîm got: “Zimanê me rûmeta me ye, divê hemû gel û xwendekar xwedî li zimanê kurdî derkevin, em dixwazin ku zarokên me perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê bidomînin.”

Esmerê bi bîr xist ku ew biryara kêmkirinê şermezar dikin û wiha dom kir: “Em ne li dij in ku zarokên me zimanên din fêr bibin, lê zimanê dayikê her tim esas e û divê neyê jibîrikin.”

Xerma Elî jî da zanîn ku zimanê wan hebûn û nasnameya wan e. Xermayê got divê mafên Kurdan werin parastin û Kurd di destûra Sûriyeyê de cihê xwe bigirin û ev lê zêde kir: “Ji mafê me ye ku bi zimanê xwe tev bigerin. Em ê ji bo fermîkirina zimanê dayikê her tim li qadan bin û têkoşîna xwe xurttir bikin.”

ANHA