`Em ê bi berxwedanê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin`

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê destnîşan kir ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê li ser şopa felsefeya wî têkoşînê û hevgirtina di navbera pêkhateyan de bi pêş bixin.

`Em ê bi berxwedanê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin`
8 gulan, 2024   03:06
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û rêbazên pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de, nêrînên xwe parve kirin. 

Zeyneb Nasir bi bîr xist ku 25 sal e Rêber Rêber Abdullah Ocalan dîlgirtî ye û 3 sal e agahî jê nayê giritn.

Zeynebê got: "Em dixwazin Rêbertî di nava xwe de bibînin. Em ê çalakiyan berdewam bikin heta agahiyekê jê bigirin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."

Zeyneb di dawiyê de destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan tê koşiya û canê xwe feda kir û dawiyê dîl hate girtin û got divê gel têkoşînê bi şêwazekî layiqî fedakariyên wî mezin bike.

Şêniyê bi navê Ebdurehmen Hisên diyar kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûn û mafan e û wiha domand: "Em dixwazin Serokê me azad bibe. Kes nikare wî di girtîgehê de bihêle. Nabe tu kes daxwaznameyên parêzeran û malbatan ên ku ji bo wî bibînin pêşkêş dikin, red bike."

Hisên soz da ku şopdarên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin û dê bi berxwedan û hevgirtina pêkhateyan, vê armancê bi dest bixin.

Şêniyê bi navê Mihemed Arif jî got: "Em apoyî ne û me li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye. Em dev ji doza azadiya wî ya fîzîkî bernadin û ji bo vê armancê pêk bînin, em dê têkoşînê mezin bikin. Rêbertî hezkirin û aştî di nava me de belav kirin. Divê em jî van destkeftiyan li dijî dagirkeran bi kar bînin, ji bo ku wî azadî bikin. Serkeftin dê para me be."

(şx)

ANHA