Cotkar ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bi fikar in

Cotkar bi fikar in ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wekî her sal berhemên wan bikin hedef, nemaze yên ku zeviyên wan nêzî sînorên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ne.

Cotkar ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bi fikar in
8 gulan, 2024   05:17
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Cotkar li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşbîn in ku mewsima îsal baş be. Nemaze ku baran di payîz û zivistanê de baş bariya.

Lê dîsa jî li ser çandiniyê gef hene. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrişî binesaziya herêmê dike, bi taybet zeviyên li nêzî eniyên şer û sînorên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de.

Cotkarên li gundewarên Dêrikê yên ku zeviyên wan nêzî sînorên Tirkiyeyê ne, her sal bi hatina mewsima çinînê re bi fikar dibin.

Cotkarê bi navê Remadan Hac Elî yê ji bajarokê Eyn Dîwer destnîşan kir ku baran îsal baş bariya û geşbîn in ku berhem baş bin lê di heman demê de bi fikar in ku dewleta Tirk a dagirker mîna her sal, zeviyên wan an jî karkerên di dema çinînê de kar dikin, bike hedef.

Hac Elî wiha got: "Em nizanin îsal dê çi were serê berhemên me. Gelo dewleta Tirk a dagirker dê bişewitîne yan na?"

Cotkarê bi navê Şahîn Elî yê ji gundê Bane Qesrî jî destnîşan kir ku bi baldarî di nav zeviyên xwe de kar dikin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker gef li xizmekî wî yê ji gundê Hib El Hewa xwariye ku dev ji erdê xwe berde û wiha domand: "Xizmê min di nav erdê xwe de kar dikir lê leşkerên Tirk jê xwest yekser jê derkeve.”

Li gundê Dêrna Agî yê Çilaxayê cotkarê bi navê Muhyedîn Ebdulrezaq dema erdê xwe diajot, bi guleya leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatibû kuştin.

Cotkarê bi navê Kadar Beşîr ê ji gundê Dêrna Agî got: "Sala 2020`an leşkeran Muhyedîn ê ji gundê me dema di nav erdê xwe de bû, kir hedef. Ji wê demê ve, em ditirsin biçin nav zeviyên xwe."

Beşîr destnîşan kir ku leşkerên Tirk gule li zeviyan direşînin, ji bo ku agir pêxin û gelek xwediyên patozan ji ber vê yekê di nav zeviyên nêzî sînoran de naxebitin.

(şx)

ANHA

DÊRIK