'El Muqaweme El Îslamiye' êrişî baregeha Tenefê kir

Koma “El Muqaweme El Îslamiye li Iraqê” ragihand ku wan baregeha Tenef a hêzên Amerîkayê ya li Sûriyeyê bombebaran kiriye.

'El Muqaweme El Îslamiye' êrişî baregeha Tenefê kir
19 mijdar, 2023   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma navborî duh êvarê daxuyanî da û diyar kir ku wan baregeha Tenef a Amerîkayê ya li Sûriyeyê bi droneke biçek bombebaran kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo bersivdayîna kirinên dijmin ên li dijî gelê me yê Xezayê, cîhadîstên El Muqaweme El Îslamiye li Uraqê baregeha Tenef a hêzên dagirker ên Amerîkayê li Sûriyeyê bi droneke biçek rasterast armanc girt.”

(c)