Di êrişên Îsraîlê de 15 filistîniyên din hatin kuştin

Di êrişên nû yên Îsraîlê li navarast û başûrê Xezayê de 15 filistînî hatin kuştin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî ragihand ku Nexweşxaneya Şîfa veguheriye “herêma mirinê”.

Di êrişên Îsraîlê de 15 filistîniyên din hatin kuştin
19 mijdar, 2023   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (Wefa) ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî maleke li Kampa Nisêrat a li navarasta Xezayê de 13 kes hatine kuştin. Heman ajansê ragihand ku di êrişeke din a li dijî maleke li derdora Nexweşxaneya Ewropayê ya li başûr rojhilatê Xan Yûnis de jî jinek û zaroka wê hatine kuştin, hin kesên din jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê duh (18 Mijdar) ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li djiî maleke Kampa Cibalya ya li bakurê Xezayê de 32 kesên ji heman malbatê ku 19 jê zarok bûn, hatine kuştin. Her wiha diyar kir ku di êrişa balafirên Îsraîlê ya li dijî maleke li rojhilatê bajarê Refehê de 2 zarok hatine kuştin.

Li gorî Nivîsgeha Hikumetê ya Xezayê, heta niha di şerê Hemas û Îsraîlê de ji wan 5 hezar zarok, 12 hezar û 300 kes hatine kuştin.

NEXWEŞXANEYA ŞÎFA VEGUHERIYA HERÊMA MIRINÊ

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku Nexweşxaneya Şîfa ya li Xezayê veguheriye herêma mirinê û daxwaz kir ku nexweşxane bi temamî bê valakirin.

WHO`yê di daxuyaniyeke xwe de da zanîn ku hê jî 291 nexweş û 25 xebatkarên tenduristiyê di hundir nexweşxaneyê de ne.

AGIRBEST TUNE YE

Li aliyê din, Koşka Spî agahiyên der barê hebûna lihevkirina navbera Amerîka, Îsraîl û Hemasê têkildarî ragihandina agirbestê heta 5 rojan li hember berdana bi dehan jin û zarokên dîlgirtî, derewandin.

Berdevka Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Adrian Watson bi rêya hesabê xwe yê “X” got: “Em heta niha negihîştine lihevkirinê, lê belê xebatên ji bo wê yekê dewam dikin.”

(c)