Ev 26 roj in rewşa rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Ev 26 roj in aqûbeta rojnamevan û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê zanîn.

Ev 26 roj in rewşa rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn
19 mijdar, 2023   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 26 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya Rojnews’ê de dixebite.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin.

Lê belê Partiya Demokrat a Kurdistanê heta niha der barê aqûbeta Silêman Ehmed de tu agahiyan parve nekirine.