DYA birîna cezayên nû li Rûsyayê lêkolîn dike

Serokê DYA’yê Joe Biden got ji ber mirina muxalîfê Rûs Alexey Navalny li îhtîmala birîna cezayên nû li ser Federasyona Rûsyayê difikirin.

DYA birîna cezayên nû li Rûsyayê lêkolîn dike
20 sibat, 2024   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Joe Biden roja duşemê ji rojnamevanan re axivî û got: “Me ceza li Rûsyayê biriye, lê em difikirin ku cezayên nû lê bibirin.”

Li ser pirsa rojnamevanekî ya "Gelo dê mirina Navalny bandorê li îhtîmalên ku Kongreya DYA’yê pêşnûmeya destekeke zêdetir ji bo Ukraynayê erê bike ya na?" Biden ev bersiv da: "Ez hêvî dikim, lê jê ne piştrast im.”

Beriya niha Biden gotibû tu agahiyên DYA’yê li ser sedemên mirina muxalîfê Rûs Navalny tune ne, lê rêveberiya Rûsyayê sûcdar kiribû.

(eg)