Li Til Temirê komkirina îmzeyan didome

Li navçeya Til Temirê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja duyemîn de didome.

Li Til Temirê komkirina îmzeyan didome
Li Til Temirê komkirina îmzeyan didome
Li Til Temirê komkirina îmzeyan didome
Li Til Temirê komkirina îmzeyan didome
Li Til Temirê komkirina îmzeyan didome
Li Til Temirê komkirina îmzeyan didome
20 sibat, 2024   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de ku di 9’ê Sibatê de dest pê kir, li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê komkirina îmzeyan di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Îro komîteyên Înîsiyatîfa Gel li taxên başûrê navçeyê û gundê Til Nesrî yê Asûriyan ê başûrê navçeyê dest bi komkirina îmzeyan kir.

Têkildarî xebatên komîteyên komkirina îmzeyan, berdevkê Înîsiyatîfa Gel a navçeya Til Temirê Mihemed Nûrî El Ehmed ev agahî dan ANHA’yê: “11 komîteyên li komînan hatine belavkirin ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan kom dikin.”

El Ehmed diyar kir ku armanca kampanyayê ew e ku îmze ji Konseya Ewropayê werin şandin da ku zextê li dewleta Tirk bike, da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

El Ehmed da zanîn ku ev kampanyaya însiyatîfeke gel a hemû pêkhateyan e û got gelên herêmê azadiya Rêber Abdullah Ocalan wek azadiya xwe dibînin. El Ehmed diyar kir ku li Til Temirê dê komkirina îmzeyan heta dawiya meha Adara bidome û nêzî 50 hezar îmze dê werin komkirin.

 (eg)