Komkirina îmzeyan li Şehbayê di roja 3’yan de didome
Komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Efrîn û Şehbayê berdewam dike.
Hemleya komkirina îmzeyan li kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê û Kampa Serdem di roja sêyemîn de dewam dike.
Şêniya bi navê Ewaş Omar ê ji Efrînê ku îmzeya xwe daye, got: "Ji bo Rêberê me çi were xwestin em amade ne."
Her wiha şêniyê ji Şehbayê yê bi navê Mihemed Mihemed jî wiha got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê îmzeyên xwe didin û bila tevahî gel jî bide.”