′Bi yekitî, hevgirtin û îradeya xwe bi hêz dibin′

Rojnamevan û çalakvanên jin diyar kirin ku pergalên dîktator berjewendiyên xwe di kolekirina jinan de dibînin û bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li hemberî tundiyê dengê xwe bilind bikin. Her wiha gotin: "Em bi yekitî, hevgirtin û îradeya xwe bi hêz dibin."

′Bi yekitî, hevgirtin û îradeya xwe bi hêz dibin′
24 mijdar, 2023   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN
CÛDÎ ÎSMAÎL

Tundiya li ser jinana a ji aliyê perglên dîktator ve dewam dike ku hewl didin tu bi tevahî rêbazan çand û nasnameya wan ji holê rake û rola wan di civakê de tune bikin. Jin li hemberî van hewldanan di hemû qadan de têkoşînê dikin.

′ŞER Û NAKOKÎ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN PERGALÊN DÎKTATOR YE′

Çalakvana hiqûqî ya ji bajarê Siwêdayê Îman Ebû Esaf da zanîn ku pergalên dîktator berjewendiyên xwe di hiştina civakê di rewşeke şer û nakokiyan de dibînin û got: "Pergalên dîktator rewşa kolekirinê pir guncaw dibînin da ku parçebûnê çêbikin. Tê zanîn ku her civakeke astengkirî nikare bi serbestî tu destkeftiyekî bi dest bixe."

JINÊN AFRÎNERA AŞTIYÊ YE

Îman avabûna tevgerên jinan wekî pêngaveke herî xurt û zane nirxandin û wiha dom da axaftina xwe: " Li hember astengiyên desthilatdarî yên civakî û siyasî tevgerên jinan ên pêşketî derketin û dest bi rexnegiriya fikrî ya li hember binpêkirinan kir. Her wiha rolên kilasîkî yên zihniyeta bavikslar û desthilatdar dane jinan, di hişê jinan de bû cihê têbinî û rexneyan. Derketina jinan a li hemberî van nêzîaktiyan nîşaneya rizgariya hişmendiya jinan e."

Çalakvana hiqûqî Îman Ebû Esaf wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin ji ber xwezaya xwe ya resen afrînera aştiyê ye. Jin dikare têgehên pêkvejiyanê, lêborîn, hevdu qebûlkirin û bidawîkirina nakokiyan biafirînin. Di rastiyê de rolên kilasîk ên jinan bingeha aramî û bidawîkirina şeran bû. Îro jî divê jin hewl bidin mekanîzmeyên fikrandinekê ava bikin û têgehên aştiyê ava bikin."

Rojnamevana ji Lubnanê Karolîn Bezê jî got, di her civakan de tundiya li ser jinan hem ji aliyê pergalên dîktator ve û hem ji aliyê pergalên îdiaya demokrasiyê dike ve encamên zîhniyeta baviksalar e ku di civakên cuda de şaxê wê  daye.

Karolîn diyar kir ku ji salan ve jin ji ber tundiyê êşên mezin dibînin û wiha domand: "Tundiya li ser jinan ji aliyê xeleka teng an ku malbatê ve heta tevahî şaxê civakê tê kirin. Mixabin pêşketin û zanebûna di civakê de nikarî asta tundiyê kêm bike; ji ber ku zîhniyeta civakê hîne heye. Hinek, li jinan dinêrin wekî ku kêmî mêran in. Ruxmî ku jinên bi hêz hene û dikarin parastina xwe û doza xwe bikin, lê hîna li jinan dinêrîn wekî ku xeleka herî lawaz e.′′ Jinên Filistînê yên ku ji aliyê Îsraîl a dagirker ve rastî her cureyên tundî, kuştin û destdirêjiyê tên, her wiha jinên Kurd ên ku di navendên rêveberiyê de cihên girîng girtin, bi taybet di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mînak in.′′

ROLA KOMELE Û RÊXISTINÊN JINAN

Karolîn Bezê bal kişand ser rola komele û rêxistinên jinan di bilindkirina asta têgihiştina jinan û ev nirxandin kir: "Di dema dawîn de komele û rêxistinên jinan di bilinkirina asta têgihiştinê ya li gel jinan de rol lîstin. Li bajar û gundan gelek xelekên perwerdeyê bi rêxistin kirin. Her wiha perwerdeya rojnamegeriyê têgihiştin di nava jinên ku komeleyan nikarin xwe bighînin wan de, belav kirin û bi saya wan pirsgirêka tundiya li ser jinan bûye doza raya giştî. Ev yek jî bi rêya tevgerên protestoyî yên ku di medyaya dîjîtal de deng veda, pêk hat. Pêngavên bi vî rengî di hin caran de di dariznadina sûcdaran de bibûn alîkar."

Karolîn destnîşan kir ku hin komele xwe dispêrên pîvanên durûtiyê û wiha got: "Ev komele pirsgirêkên jin hildibjêrin û hin pirsgirêkên din jî paşguh dikin. Sedema vê yekê jî dibe ji ber armancên siyasî be an jî dibe ji ber bandora aliyên ku destekê didin komeleyê be."

Karolîn diyar kir ku divê komele û rêxistinênên jinan ji armancên siyasî û taîfî yên bi awayekî mezin bandorê li xebata wan dikin, xilas bibin û wiha domand: "Divê perwerdeyên ji bo jin û mêran werin zêdekirin; ji ber ku bi perwerdeyê jin û mêran em dikarin ji zîhniyeta baviksalar xilas bibin û asta têgihiştina wan bilind bibe."

Rojnamevana ji Lubnanê Karolîn Bezê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinên cîhanê yên tundî li wan tê kirin, kir ku dengê xwe bilind, zulmê red bikin û got: ′′Di wê baweriyê de bin ku em li kêleka we ne. Em bi yekitî, hevgirtin û îradeya xwe xurt dibin."

′BI HEVSENGIYA HÊZAN DE PIRSGIRÊKÊN ZAYENDÎ′

Çalakvana civakî ya ji Urdinê Hîba Hedadîn tundiya siyasî ya li dijî jinan spart pirsgirkên zayendî yên di hevsengiyên hêzan de, desthilata baviksalar û rolên kilasîkî yên her du zayendan.

Hîba Hedadîn bi domdarî got: "Tevahî cûreyên tundiya civakî wekî êrişên dirûnî, devkî, fîzîkî, qanûnî, her wiha destdirêjiya zayend a rasterast an jî  destdirêjiya bi rêya internetê zextê li ser jinan dikin ku di encamê de hevsengî ji bo bidestxistina maf û derfetan peyda nabe."

Hîba Hedadîn bang li rêxistin û tevgerên jinan kir ku ′′li çîrokên qurbaniyên tundiyê guhdarî bikin, cihekî ewle ji bo wan mîsoger bikin da ku bi serbestî biaxivin, her wiha  hawirdoreke demokrat û ewle di jiyana giştî de ji bo jinan ava bikin.′′

(bb)

ANHA