Di teqîna li Efganistanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 kes birîndar bûn

Berdevkê Polîsên Kabulê Xalid Zadran ji medya navxweyî re ragihand ku li taxek a Kabulê di nava pasekê de teqînek rû daye û encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Di teqîna li Efganistanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 kes birîndar bûn
7 ÇILE, 2024   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Polîsên Kabulê Xalid Zadran ragihand ku îro li taxa Deşt Bertiş ya li Kabul a Efganistanê teqînek di nava pasekê de rû da.

Hate ragihandin ku di encama teqînê de 2 welatî jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndarbûne.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li Xoresanê bi rêya Telegramê berpirsyartiya êrişê girtin ser xwe.

Hêjayî gotinê ye ku di 3’ê Çileyê de li nêzî gora Qasim Silêman ya li parêzgeha Kirman a Îranê 2 teqîn rû dabûn û encamê de herî kêm 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, her wiha nêzî 300 kes birîndar bûn. Piştî teqînê çeteyên DAIŞ’ê ragihandibûn ku êriş ji aliyê wan ve hatiye pêkanîn.