Li başûrê Idlibê 2 çete birîndar bûn

Li başûrê Idlibê, bakurê Laziqiyê û  gundewarê Hemayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket. Li Idlibê 2 çete birîndar bûn.

Li başûrê Idlibê 2 çete birîndar bûn
7 ÇILE, 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi obîsan gundê Fetîra yê Cebel El Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir. Di topbaranê de 2 çeteyên "Ensar El Tewhîd" birîndar bûn.

Her wiha hêzên Şamê gundên Sifûhin û Bara yên başûrê Idlibê, li gundên Keferema û Keferteal ên rojavayê Helebê, her wiha eniyên Kebane yê Cebel El Ekrad ê bakurê Laziqiyê dan.

Hate zanîn ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" bi hawnan girê Melek ê bakurê Laziqiyê topbaran kir.

Çeteyên koma "Ensar El Tewhîd" bi guleyên hawanan gundê Melace yê başûrê Idlibê  topbaran kir. Di heman demê de balafirên keşfê yê Rûsyayê li ser Cebel El Zawiyê, Cebel El Ekrad û Sehil El Xaf ê gundewarê Hemayê geriyan.

Di êrişa duh a hêzên hikumeta Şamê ya li bajarokê Sermîn ê Idlibê de 4 kes birîndar bûn.

(bb)