Xelkê Til Hemîsê li dijî tecrîdê bang kir

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Xelkê Til Hemîsê li dijî tecrîdê bang kir
Xelkê Til Hemîsê li dijî tecrîdê bang kir
Xelkê Til Hemîsê li dijî tecrîdê bang kir
Xelkê Til Hemîsê li dijî tecrîdê bang kir
Xelkê Til Hemîsê li dijî tecrîdê bang kir
Xelkê Til Hemîsê li dijî tecrîdê bang kir
7 ÇILE, 2024   11:16
QAMIŞLO

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de dewam dikin. Însiyatîfa Gel a navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê civîneke girêseyî li dar xist.

Endamên saziyên sivîl, meclis û nûnerên partiyên siyasî jî di nav de, bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî civînê bûn ku li navenda Çandê ya li rojhilatê navçeyê hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre hevserokê nivîsgeha PYD’ê ya navçeya Til Hemîsê Xalib El Sadûn axivî. Sadûn armanca lidarxistina civînê diyar kir û li dijî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ya banga xurtkirina têkoşînê kir.

El Sadûn bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan û bandora wê li gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha domand: "Ji bo em rastiya dîrokî û çandî ya civakan nas bikin, ji bo em karibin projeya demokratîk pêk bînin, her wiha ji bo em tecrîda giran a li ser Rêbertî bişkînin, divê pirtûkên Rêbertî bixwînin."

Hevserokê nivîsgeha PYD’ê ya Til Hemîsê Xalib El Sadûn banga tevlêbûna çalakiyên bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Welatiyê bi navê Hemîd El Teflah El Amûdî jî diyar kri ku avakirina Rêveberiya Xweser û pergala hevserokatiyê berhemên fikrê Rêber Abdullah Ocalan in û wiha got: "Rêbertî her timî bang li gelan dike ku li hemberî siyasetên pergalên serdest, xwe perwerde bike û li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe birêxistin bike, lew ra divê em ramanên wî pêk bînin."

(bb)

ANHA