Di salvegera 10'emîn a komkujiya Şaredariya Qamişlo de bi îsrar xebat didomin

Di salvegera 10'emîn a komkujiya Şaredariya Qamişloyê de cîgira hevseroketiya Yekitiya Şaredariyan destnîşan kir ku di qonaxa bê de dê xebat li gorî pêdiviyan bên pêşxistin.

Di salvegera 10'emîn a komkujiya Şaredariya Qamişlo de bi îsrar xebat didomin
11 adar, 2024   03:40
QAMIŞLO
XALID ETÊ

11ˊê Adarê salvegera 10'emîn a komkujiya Şaredariya Gel a Qamişlo ye. Komkujî piştî îlankirina Rêveberiya Xweser a Rojava di 2014'an de û berî salvegera komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adarê bi rojekê, pêk hat.

Danê nîvro yê 11'ê Adara 2014'an çeteyên DAIŞ'ê li dijî avahiya şaredariyê ku dikeve nava sûka navendî ya li kolana Wehdê êrişek bi çekan pêk anî. Çete derbasî avahiyê bûn û bombeyên destan avêtin odeyan. Di encamê de 10 endamên şaredariyê şehîd bûn.

Navên şehîdan ev in; Îbrahîm Ezîz, Rewşen Mihemed Zekî, Fehid Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Murad, Emîne Bîlal, Helebce Xelîl, Elaedîn Ebdulîlah û Awaz Mehmûd Mihemed.

Cîgira hevseroketiya Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê Bêrîvan Omer di salvegera 10'emîn a komkujiyê de destnîşan kir ku şaredariya Qamişlo ji şaredariyên pêşîn ên ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê hatine damezirandin û got: "Ew nimûneya guhertina bingehîn a saziyan piştî şoreşê bû."

Şaredarî bi xebat û rêxistinkirina xwe ji têgiha naskirî ya saziyan dûr ketibû. Di şaredariyê de jinan roleke sereke dilîst û bi rêya rexne û pêşniyariyên ku li komînên her tax, gund, bajarok, navçe û bajarî dihatin kirin, jinan xwe temsîl dikir.

Bêrîvan Omer wiha domand: "Armanc ji hedefgirgina şaredariyê xuya bû, ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, xebata jinan û sîstema hevseroketiyê bû. Di encama wê de jî yek ji pêşengên pêşîn ên rêveberiya şaredariyan Helebce Xelîl şehîd bû."

JI 20 ENDAMAN BÛ BI SEDAN ENDAM Û 57 ŞAREDARÎ

Di salvegera 10'emîn a komkujiyê de şaredariya ku ji 20 endaman dest pê kir, xebata xwe pêş xist û hejmara karkerên wê gihîşt bi sedan ji bo xizmetkirina welatiyan.

Karkerên wê hewl da şaredariyan li deverên ku ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin ava bikin. Hejmara şaredariyan li kantonê 57 şaredarî ye. Li gorî bendên Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Yekitiya Şaredariyan di 17'ê Sibata borî de hat damezrandin û amadekarî ji bo hilbijartinên şaredariyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin.

Der barê wê mijarê de Bêrîvan Omer got: "Li hember êrişê şaredariyê îsrara xwe bilind kir û karê xwe berfirehtir kir, da ku şaredariyên demokratîk û şaredariyên taybet bi jinan werin avakirin. Projeya damezrandina Yekitiya Şaredariyan jî bersivdayîna hedefgirtinê bû."

Bêrîvan Omer wiha li gotina xwe zêde kir: "Em ê di vê qonaxê de û di salvegera 10'emîn a komkujiyê de xebat û rêxistinkirina xwe bi pêş bixin. Ew jî bi rêya hilbijartinên demokratîk pêkan e."

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan Omer diyar kir ku ew ê li gorî pêdiviyan şaredariyan bi pêş bixin ku di vê pêvajoyê de gel bi xwe bi rêya hilbijartinan xwedî biryar be.

(mh)

ANHA