Di Newroza Kocaeliyê de polîsan 8 kes destgîr kirin

Polîsên Tirkiyeyê ku di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Daricayê ya Tirkiyeyê de êrişî girseyê kirin, herî kêm 8 kes binçav kirin.

Di Newroza Kocaeliyê de polîsan 8 kes destgîr kirin
21 adar, 2026   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li Mîllet Bahçesî yê Daricayê yê li navçeya Darica ya Kocaeliyê ya Tirkiyeyê, bi beşdariyekê girseyî Newroz pîroz kir.

Polîsan êrişî welatiyên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibûn qadê kir. Polîsan herî kêm 8 kes binçav kirin. Herwiha polîsan Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê Omer Yildiz jî derb kir. Yildiz di encama vê lêdanê de ji rûyê xwe birîndar bû.