Iraq: Heşdî Şebî ji sînorê Sûriyeyê venekişiyaye

Wezareta Navxwe ya Iraqê vekişîna Heşdî Şebî ji sînorê bi Sûriyê re derewand û diyar kir ku belavbûna ewlehiyê li gorî planên diyarkirî didome.

Iraq: Heşdî Şebî ji sînorê Sûriyeyê venekişiyaye
21 adar, 2026   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr El Şemerî got ku tu vekişîneke Heşdî Şebî ji sînorê bi Sûriyeyê  re çênebûye.

Di daxuyaniyên çapemeniyê de El Şemerî da zanîn ku "hêzên welehiyê bi hemû teşkîlatên xwe sînorê Iraq-Sûriyeyê kontrol dikin û amade ne seranserî sînor biparêzin."

El Şemerî vekişîna hêzên Heşdî Şebî ji sînorê Sûriyê red kir û diyar kirku ku bicihkirina hêzên ewlehiyê li gorî planên diyarkirî berdewam dike.

(ac/fr)

ANHA