Li ber parêzgariya Hesekê ji ber êrişa li Efrîn û Helebê çalakî

Ji ber êrişên li ser Kurdan û bêrûmetkirina sembolên Kurdî li Efrîn û Helebê, bi sedan koçberên ji Efrîn û şêniyên bajarê Hesekê li ber avahiya parêzgeha Hesekê kom bûn.

Li ber parêzgariya Hesekê ji ber êrişa li Efrîn û Helebê çalakî
Li ber parêzgariya Hesekê ji ber êrişa li Efrîn û Helebê çalakî
Li ber parêzgariya Hesekê ji ber êrişa li Efrîn û Helebê çalakî
Li ber parêzgariya Hesekê ji ber êrişa li Efrîn û Helebê çalakî
21 adar, 2026   20:25
HESEKÊ

Di pîrozbahiyên Newroê yên li Efrîn û Helebê de, komên hawirde yên nijadperest êrişî malbatên Kurd kir û sembolên Kurdî bêrûmet kirin.

Ji bo bersivdana van êrişên li ser Kurdan û tehrîdkirina li dijî wan bi sedan koçberên ji Efrîn û şêniyên Hesekê li ber avahiya parêzgehê kom bûne.

Xwepêşander daxwaza rawestandina êrişên li ser Kurdan dikin û dirûşmeyên wekî "Na ji fitneyê re " û "Kurd beşek resen ya Sûriyeyê ne" diqîrin.

(fr)