Li Qamişloyê amadekariyên sala nû ya xwendinê

Bi nêzîkbûna sala nû ya perwerdeyê (2026-2027) re amadekariyên vekirina dibistanan têne kirin û perwerdekirina kadroyan û tomarkirina xwendekaran dewam dikin. Lê hîna 15 dibistan ji ber bicihbûna koçberên ji Serêkaniyê û Şehba li derveyî xizmetê ne.

Li Qamişloyê amadekariyên sala nû ya xwendinê
21 tebax, 2026   07:53
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ-MIHEMED NÛRÎ ELO

6‘ê Îlonê sala xwendinê (2026-2027) dest pê dike. Di vê çarçoveyê de rêveber û xebatkarên qada perwerde yên herêma Qamişloyê ji 16’ê Tebaxê ve li gorî talîmatên ku Gerînendetiya Perwerdê ya Parêzgeha Hesekê diyar kirine dest bi dewama îdarî kirine û amadekariyên vekirina dibistanan kirine.

Gerînendeyê Rêveberiya Perwerdehiyê ya Qamişloyê Azad Hisên têkildarî mijarê got mamoste û rêveberan ku dest bi dewama îdarî kirine, li ser amadekirina dibistanan, paqijkirin, rêxistinkirina refan dixebitin û xwendekaran tomar dikin.

Hisên da zanîn ku deriyên dibistanan dê di 6’ê Îlonê de li pêş xwendekaran werin vekirin û destnîşan kir ku qonaxa niha li ser girîngiya temamkirina amadekariyên îdarî û perwerdehiyê yên guncew ji bo vekirina dibistanan û misogeriya amadekirina wan e.

DESTPÊKIRINA PERWERDEKIRINA MAMOSTEYAN

Di çarçoveya amadekirina sala nû ya xwendinê de Hisên diyar kir ku proseya perwerdekirina mamosteyan ji 25’ê Tîrmehê ve li Qamişloyê hatiye destpêkirin, weke qonaxên xwendinê û biranşan.

Li ser armanca perwerdekirinê Hisên anî ziman ku armanc ew e ku mamoste xal û rêbazên ku bi wan re dibin alîkar da ku erkên xwe di hundirî refan de bi awayekî baş pêk bînin, şiyana xwe li gorî rêbazên perwerdê yên nûjen bi pêş bixin.

Hisên diyar kir ku bernameya perwerdekirina mamosteyan dê heta 1’ê Îlonê bidome da ku xebatkar bi zêdetir amade bin.

KOMÎTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ, FERZKIRIN Û BELAVKIRINA MAMOSTEYAN

Der barê mekanîzmaya belavkirina mamosteyan de Hisên bal kişand ser avakirina komîteyek bi navê "Komîteya Çavdêrî û Rêberiyê", digel hejmarek komîteyên din, bi armanca organîzekirina pêvajoya rêzkirin û belavkirina profesor û mamosteyan li gorî şert û mercên pêwîst hatin avakirin.

Hisên da zanîn ku proseya belavkirina mamosteyan li gorî cihê erdnîgarî ya mamosteyan û pêdiviyên dibistanan in da ku hejmara guncaw a her dibistanekê were misogerkirin çi li bajêr çi jî li gundewarên Qamişloyê be.

Têkildarî mamosteyên gundan Hisên destnîşan kir mayîna wan li herêm û gundên xwe li gorî şert û mercên peyda û pêdiviya dibistanan bi mamosteyan e da ku ji bo hemû dibistanan mamoste hebin.

15 DIBISTAN HÎNA LI DERVEYÎ XIZMETÊ NE

Têkildarî astengiyên ku rûbirûyî Rêveberiya Perwerdehiyê ya Qamişloyê ye Hisên anî ziman ku 15 dibistan hîna li derveyî xizmetê ne û ji astengiyên herî zehmet e ku li pêş amadekariyên sala xwendinê ya nû ye.

Ji bo mijara hebûna koçberan di dibistanan de Hisên anî ziman ku hîna koçberên Serêkaniyê û Şehba di dibistanan de hene û ev jî dihêle ku ew dibistan li pêş xwendekaran girtî bimîne.

Hisên da zanîn ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û xebitîna li ser valakirina dibistanan û ji nû ve xistina xizmeta perwerdehiyê di navbera Gerînendetiya Herêma Qamişlo, Parêzgeh û Gerînendetiya Perwerdehiyê ya Hesekê de heye.

225 DIBISTAN LI QAMIŞLO Û GUNDEWARÊN WÎ HENE

Têkildarî avahîsaziya dibistanên li herêmê Hisên destnîşan kir ku hejmarea dibistanên li herêma Qamişloyê di navbera 225’an de ye, ji wan 185 dibistan li bajêr in û yên din li gundan in.

Hisên diyar kir ku hejmara mamosteyan li herêmê mezin e, nexasim jî piştî qonaxa etegrasysonê û ev hejmar dikare tevahî dibistanên bajêr û gundan îdar bike.

Di dawiyê de Hisên sala nû ya xwendinê li xwendekar, malbatên wan û tevahî mamosteyan pîroz kir û hêvî kir ku ev sala bibe sala serkeftinê û proseya perwerdehiyê baş derbas bibe.

(f)

ANHA