Di hikûmeta demkî de wezîr û parêzgarên nû hatin tayînkirin

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji bo Sekreteriya Giştî ya Serokatiyê, wezaretên Ragihandin û Çandiniyê,  her wiha parêzgarên Hums, Quneytra, Dêrazorê û Laziqiyê, navên nû destnîşan kirin.

Di hikûmeta demkî de wezîr û parêzgarên nû hatin tayînkirin
10 gulan, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şari çend biryarname derxistin û kesên nû ji bo postên hikûmetî û îdarî destnîşan kirin.

Li gorî biyarnameyan, Ebdurehman Bediredîn  El Ama ku berê Parêzgarê Humsê bû, wekî Sekreterê Giştî yê Serokatiyê hat tayînkirin.

Xalid Fewaz Zarûr berê Rêveberê Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Şamê bû, wekî Wezîrê Ragihandinê hat tayînkirin.

Basil Hafiz El Siwêdan wekî Wezîrê Çandiniyê hat tayînkirin.

Her wiha Murhef Xalid El Nasan wek parêzgarê Humsê, Xesan Îlyas El Seyid Ehmed wek parêzgarê Quneytreyê, Ziyad Fewaz El Ayiş wek parêzgarê Dêrazorê û Ehmed Elî Mistefa wek parêzgarê Laziqiyê hatin destnîşankirin.

(k)