Peyama civata pêkhate û eşîran: Em yek in

Beşdarên Civata Pêkhate û Eşîrên Herêma Firatê diyar kir ku dê rê nedin fitneyan û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk tê bikoşin.

Peyama civata pêkhate û eşîran: Em yek in
10 gulan, 2026   11:13
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li Kobanê duh Civata Pêkhate û Eşîrên Herêma Firatê bi dirûşma `Bi rihê çanda xweşbîniyê û jiyana aştiyane, em nirxên civaka xwe biparêzin` hat lidarxistin.

Êlên Ereb, Tirkmen û Kurd ên herêma Kobanê, fermandarên QSD`ê, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî, nûnerên hikumeta demkî û mêvanên ji Heleb, Reqa, Tebqa û Girê Spî, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, alîkarê Wezîrê Parastinê Sîpan Hemo û şêwermendê hikumeta demkî Cîhad Îsa El Şêx beşdarî civatê bûne.

Beşdarên civatê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Mihemed Besrawî kêfxweşiya xwe bi vê kombûnê anî ziman û spasiya hemû kesên hazir kir û wiha got: "Em hemû zarokên Sûriyeyê ne û birayên hev in. Ji bo aramî pêk were û mafên hemû pêkhateyan misoger bibin, em ê bi hev re têkoşînê bikin."

Dayîka bi navê Sakîne Kurdo ya ji bajarê Kobanê hêvî kir ku li seranserî Sûriyeyê ewlehî pêk were û wiha dom da axaftina xwe: "Em û gelê Ereb yek in. Em birayê hev in. Ne Ereb bêyî Kurdan dibin û ne jî Kurd bêyî Ereban dibin. Her du pêkhate hev du temam dikin. Em ê Kurd û Ereb bi yek destî Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin."

`EV KOMBÛN GELEKÎ GIRÎNG E`

Necih El Ewn ê ji herêma Ezazê da zanîn ku ev  kombûn ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê gelekî girîng e da ku bi yek destî ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk tê bikoşin. Her wiha diyar kir ku hemû pêkhate xwedî maf in, wek hev in û divê nakokî tune bin.

Seyfo Elî Remo jî destnîşan kir ku Kurd û Ereb xwişk û birayên hev in û dê rê nedin fitne çêbibe. Elî Remo got, ji bo mafên hemû pêkhateyan misoger bibin û aramî li welat pêk were dê bi yek destî û yek rihî tê bikoşin.

`EM Û EREBAN YEK IN`

Abo Mazlûm Şêxanî yê ji eşîra Şêxan jî destnîşan kir ku Kurd, Ereb û Tirkman û hemû pêkhate xwşik û birayên hev in û got, armanca wan e ew  ku mil bi mil ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk tê bikoşîn.

El Şêxanî di dewama axaftina xwe de got: "Li ser daxwaza birayên me ku em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bin tê bikoşin, em îro li kêlek hev in û di bin konekî de civiyane. Em ji kesên dixwazin fitneyê di nava Kurd û Ereban de çêdikin re dibêjin: em yek in û em ê têkiliyên xwe xurtir bikin, ji ber ku em ên vî welatî ne."

Xelîl Mihemed ê ji eşîra Kêtikan anî ziman ku tu cudahî di navbera Kurd û Ereban de tuneye û ev bang kir " Divê gelên Ereb, Kurd, Durzî, Elewî û Mesîhî bi yek destî, ji bo Sûriyeyeke demokratîk û azad tê bikoşin."

(bb)

ANHA