Zêdetirî 200 kes hîna dîlgirtî ne

Di çarçoveya bicihanîna peymana  29'ê Çileyê de, heya niha hezar û 523 dîlên her du aliyan hatin berdan. Li gorî agahiyan, hîna zêdetirî 200 dîl di girtîgehên hikumeta demkî de ne.

Zêdetirî 200 kes hîna dîlgirtî ne
10 gulan, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bicihanîna peymana  29'ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatin berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD'ê de jî 491 kes hatin berdan.

Koma çaremîn a dîlgirtiyên QSD'ê ku ji 232 kesan pêk dihat 8'ê Gulanê hatin azadkirin.

Li gorî agahiyên berê ku ji hikumetê û Rêveberiya Xweser hatine hatibûn wergirtin, hîna derdora 200-300 dîlgirtî ligel hikumeta demkî ne.

Bi her pêngaveke serbestberdana dîlgirtiyan re komeke koçberên Efrînê vedigerin warê xwe. Çavkaniyekî diyar kir ku bi vegera koma çaremîn a koçberên Efrînê re dê serbestberdana komeke nû ya dîlgirtiyan were nirxandin.

(bb)