Di êrişên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 5 kes hatine kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin
27 sibat, 2026   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku berdevkê Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besil dane AFP’ê, di êrişên şevê din ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de bi kêmanî 5 kes hatine kuştin.

Besil da zanîn ku ji kuştiyan, 3 li herêma Mesxlex a başûrê rojavayê Xan Yûnisê hatin kuştin û agahiyên kuştina bi kêmanî 2 kesên din hatin bihîstin. Her wiha diyar kir ku di êrişa li bakurê kampa Birêc a naverasta Xezayê de jî hin kes bi giranî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku ji destpêka ragihandina agirbestê (10 Cotmeh 2025) ve bi kêmanî 600 kes li Xezayê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand di heman demê de 4 leşkerên wê hatine kuştin.

(bb)