Wêneyê nû yê Rêber Apo hate belavkirin

Heyeta Îmraliyê bi armanca salvegera yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk wêneyek nû yê Rêber Abdullah Ocalan parve kir.

Wêneyê nû yê Rêber Apo hate belavkirin
27 sibat, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salveger yekemîn a banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e. 27ê Sibata 2025an banga Rêber Abdullah Ocalan hatibû xwendin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiribû. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi armanca salvegera yekemîn a pêvajoyê wêneyek nû yê Rêber Abdullah Ocalan belav kir.

Rêber Abdullah Ocalan di wêne de metnek di destê wî de ye û dixwîne. Cilên li Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser xwe. Cilên wêneyê îro hate belavkirin û cilên wêneyê banga 27ê Sibata 2025an heman in.

Çakêtê bi rengê lacîwert û sorê tarî li xwe kiriye. Di wêneyê îsal de simbêl û porê Abdullah Ocalan hinek dirêjtir xuya dike.

Rêber Abdullah Ocalan kêliya wêne girtin, ne li metna li berê li wênegirê dinêre û çavê wî hinek vekirîtir hatine xuyakirin.