Di êrişên Îsraîlê de 21 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 21 kes hatin kuştin. Hizbullah jî ragihand ku wê li kombûnên artêşa Îsraîlê  daye û droneke Hermes 450 xistiye.

Di êrişên Îsraîlê de 21 kes hatin kuştin
31 cotmeh, 2024   10:07
BEYRÛT

Balafira şer a artêşa Îsraîlê duh (Çarşem ) li ser rêya Kehala –Ariya erebeyek bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de 2 kes hatin kuştin.

Li ser rêya Qematiya –Alyayê de bi balafiran êrişî erebeyekê kir.

Li başûrê Lubnanê, artêşa Îsraîlê piştî hişyariyên valakirina herêmê, bajarokên Cebşît, Ernûn, Sefed, Betîx, Dehîra, Tol, taxa Rahîbat a Nebetiye, Qelawiyê, Mehmûdiyê, Bafilê û Debal bombebaran kirin.

Hate diyarkirin ku derdora bajarokên Lebûne, Naqûra, Xeyam, Xerac El Qelîa û Birc El Milûk jî bi obîsan ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin topbarankirin. Her wiha taxên Belebek jî hatin hedefkirin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di êrişa li ser Belebekê de 16 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku de wê li tankereke sotmeniyê ya Hizbullah xistiye.

Hizbullah ji aliyê xwe ve ragihand ku dê li deriyên Şeba, Fatima, Wedî El Esafîr, Cetûn û Şetûlayê kombûnên leşkerên artêşa Îsraîlê kiriye hedef.

Li gorî Hizbullah, wê li bargehên Eyn Şîmer, Şeraxa, Yakîm, Roşbîna, Hetsûr û Heclîlît xistiye û li Şerîdeya Rojava balafireke bêpîlot a "Hermes 450" kiriye hedef.

(bb)