Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin

Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Stenbolê ya Esenyûrtê kir.

Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin
31 cotmeh, 2024   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ji peywîrê girt û qeyûm tayînî şûna wî kir. 

Di daxuyaniya Wezaretê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Ozer de kir û hate diyarkirin ku Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm tayînî şûna Ahmet Ozer hatiye kirin.

Polîsan li Stenbolê Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer di 30’ê Cotmehê de binçav kirin û birin midûriyeta polîsan.

Dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtin sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kirin. Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê jî piştî li Ozer guhdar kir, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girt û şand girtîgehê.

Ahmet Ozer di hilbijartina 31’ê Adara 2024’an de ji CHP’ê li navçeya Esenyûrtê hatibû hilbijartin.