Di êrişeke Îsraîlê de 20 filistînî hatin kuştin

Di êrişeke artêşa Îsraîlê ya li dijî kampa penaberan a li Xezayê de zêdetirî 20 filistînî hatin kuştin û 90 filistînî jî birîndar bûn.

Di êrişeke Îsraîlê de 20 filistînî hatin kuştin
13 tîrmeh, 2024   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutresê ku daxuyaniya navenda Ragihandinê ya Tevgera Hemasê parve kiriye, di êrişeke Îsraîlê ya li dijî Xan Yunisê ya Xezayê de bi dehan filistînî hatine kuştin û birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku di êrişa li kampa penaberan a herêma Mewasî ya li başûrê Xezayê de, herî kêm 20 filistînî hatine kuştin. Wezaretê êriş wek "komkujiyeke hovane ya dagirkeriyê" wesifand.

Her wiha da zanîn ku zêdetirî 90 filistînî jî birîndar bûne ku li nexweşxaneya Nasir a Xan Yunisê têne dermankirin.

Nûçegihanê radyoya artêşa Îsraîlê jî got armanca êrişê fermandarê "Ketaêb El Qesam" a baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed El Dêf bû. Radyoya artêşê ku agahiyên xwe ji 3 çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Îsraîlê wergirtine, ragihand ku “armanca li nêzî Xan Yunisê gelek girîng bû”.

(şx)