Şêniyên Eyn Îsayê şehîdên 14’êTîrmehê bi bîr anîn

Şêniyên Eyn Îsayê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi çalakiyekê bi bîr anîn û teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li ser şopa wan heta bidestxistina edaletê û azadiyê kir.

Şêniyên Eyn Îsayê şehîdên 14’êTîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Eyn Îsayê şehîdên 14’êTîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Eyn Îsayê şehîdên 14’êTîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Eyn Îsayê şehîdên 14’êTîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Eyn Îsayê şehîdên 14’êTîrmehê bi bîr anîn
13 tîrmeh, 2024   14:49
EYN ÎSA

Nivîsgeha rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Eyn Îsayê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê semînerek li hola civînan da. Şêniyên bajêr û koçberên bajarê Girê Spî di semînerê de hazir bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistina PYD`yê ya Eyn Îsayê Sabrî Nebo got: "Gelê herêmê bi saya fedakariyên şehîdan di serî de şehîdên 14`ê Tîrmehê mîna Mehmet Heyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilman û Elî Çîçek, di nava ewlehiyê de ne."

Nebo wiha domand: "Berxwedana 14`ê Tîrmehê serkeftina ramanên mirovî û demokrasiyê bû ku Rêber Abdullah Ocalan daniye ji bo ku rêya gelê xwe ronî bike û kevirê bingehîn ên têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk a faşîst (Pêngava 15`ê Tebaxê) û şoreşa 19`ê Tîrmehê ye."

Nebo diyar kir ku berxwedana 14`ê Tîrmehê, bersivdayîna hovîtiya dewleta Tirk a faşîst a li dijî girtiyên tevgera rizgariya Kurdistanê bû ku li dijî mêtingeriyê û faşîzmê li ber xwe dan.

Nebo soz da ku rêya şehîdên azadiyê berdewam bikin ta ku edaletê û azadiyê bi dest bixin.

(şx)

ANHA