Sibê fatureyên genim tên dayîn

Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navendî ragihand ku dê sibê dest bi radestkirina fatureyên genim bike.

Sibê fatureyên genim tên dayîn
Sibê fatureyên genim tên dayîn
13 tîrmeh, 2024   12:48
REQA

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê genim ji cotkaran wergirtibû û buhayê her kîloyekê bi 31 centan diyar kiribû.

Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navendî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê sibe (Yekşemê) dest bi radestkirina fatureyên genim ji cotkaran re bike.

Li gorî daxuyaniya nivîsgehê, fatureyên cotkaran ên ku berhemên xwe radestî navendên genim kirine, dê li ser çend beşan be û dê lîsteya fatureyan li gorî nav û navendên radestkirinê bê ragihandin.

(bb)

ANHA