Dosyaya Silêman Ehmed li Dadgeha Temîzê ye: Parêzer li benda biryarê ne!

Parêzer Nerîman Ehmed da zanîn ku niha wê Dadgeha Temîzê biryara dawî ya li ser dosyaya Silêman Ehmed bide.

Dosyaya Silêman Ehmed li Dadgeha Temîzê ye: Parêzer li benda biryarê ne!
8 îlon 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed der barê danişîna Dadgeha Temîzê ya herêma Başûrê Kurdistanê li ser dosyaya Silêman Ehmed de  ji Rojnewsê re axivî.

Nerîman Ehmed diyar kir ku dosya li ber destê Dadgeha Temîzê ye û wê biryara dawî li ser bide.

Nerîman Ehmed da zanîn ku di dema dadgehkirina Silêman Ehmed de tu belge û delîlek nebûn û Dadgeha Duhokê 3 sal ceza lê birî bû.

Di dawiyê de jî Nerîman Ehmed got; “Ji bo Dadgeha Temîzê biryara Dadgeha Suc ya Dihokê hilweşîne, em hemû bihevre zextan çêbikin. Ji bo vê bang li hemû aliyên peywendîdar û civakê dikim ku divê barê de xwedî helwest bin. Ji ber ku mijara azadiya siyasî û rojnamevaniyê, me hemûyan eleqeder dike.

Hêjayî gotinê ye herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kiribû. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê hatibû taloqkirin.

Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Duhokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.

 Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin de, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”