Di êrişa li Xezayê de 6 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Xezayê de zarokek jî di nav de 6 kes hatin kuştin.

Di êrişa li Xezayê de 6 kes hatin kuştin
29 adar, 2026   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristiyê yên xwecih, diyar kir ku di êrişa hewayî ya hêzên Îsraîlê ya li ser xaleke kontrolê ya Polîsên Hemasê de zarokek jî di nav de, bi kêmanî 6 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku xebatkarên tenduristiyê dane Ajansa Reutersê "Balafirên Îsraîlê li devera Xan Yûnis a başûrê Xezayê 2 xalên kontrolê yên Polîsan kirin hedef. Di encamê de 3 polîs û 3 sivîl hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn."

(bb)