Efserekî Îsraîlê di şerê li başûrê Lubnanê de hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li başûrê Lubnanê de efserekî wê hatiye kuştin û 3 leşker birîndar bûne.

Efserekî Îsraîlê di şerê li başûrê Lubnanê de hat kuştin
29 adar, 2026   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro sibeha (29 Adar 2026) daxuyaniyek li ser X'ê weşand.

Artêşê di daxuyaniyê de ragihand ku di şerê li başûrê Lubnanê yê li dijî Hizbullahê de efserekî artêşê hatiye kuştiye û 3 leşkerên din birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Leşkerekî 22 salî ji bajarê New Haven ê eyaleta Connecticut, roja Şemiyê di şer de li başûrê Lubnanê de hatiye kuştin."

Artêşê da zanîn ku leşkerê hatiye kuştin ji Tabûra 890-an a Lîwaya Paraşûtvanan bû.

Artêşa Îsraîlê duh ragihandinbû ku di du bûyerên cuda de 3 jê efser 9 leşkerên wê li başûrê Lubnanê birîndar bûn.

(bb)