Di êrişa li dijî bazarekê de 10 kes mirin

Li herêma El Malha ya eyaleta Bakurê Darfûrê ya Sûdanê di êrişa li dijî bazarekê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di êrişa li dijî bazarekê de 10 kes mirin
21 kanûn, 2025   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku balafira bêmirov û biçek êrişî bazara El Hara ya navçeya El  Malha ya girêdayî eyaleta Bakurê Darfûrê kir. Di encama êrişê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Di heman demê de xisarek mezin a madî çêbûn.

Konseya Odeya Rewşên Awarte ya Bakurê Darfûrê, di daxuyaniya 20’ê Kanûnê de ragihand ku di encama êrişa li dijî bazara El Hara ya navçeya El  Malhayê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku berpirsên vê êrişê hê nehatine diyarkirin.

Konseyê da zanîn ku ji ber êrişê hinek firoşgehan  şewitîn û gelek windahiyên madî çêbûne.

Konseyê êrişa li dijî bazara ku tije sivîl bûn bi tundî şermezar kir û vê êriş weke sûcekî hovane li dijî sivîlan bi nav kir. Konseyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re jî sersaxî xwest û ji bo tedawîkirina birîndaran banga mudaxeleya lezgîn li saziyên tibî û mirovî kir.